Philippe Lazzarînîyê Komserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Koçberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (ÛNRWA) li ser hesaba xwe ya medyayê derheqê êrîşên rejîma îşxalker a li ser Şerîaya Rojava de nirxandinan kir.

Lazzarînî wiha got:

“Operasyonên hêzên ewlehiyê ya îsralî yên li ser Şerîaya Rojava, hê jî tesîrî koçberên FIlistînî dike.

Hat ragihandin ku di nav kesên mirine de zarokan û keseke astengdar jî heye.

Li gor UNÎCEFê li Şerîaya Rojava ji 7ê Cotmehê vir ve zêdetirî 150 zarokên Filistînî hatine kuştin.

Ji van operasyonan, bi deh hezaran kesên ku li 4 qampên koçberan e tesîrdar bûn; tevî binesaziyên giştî û taybet gelek cîh hatin xerakirin.

Em mecbûr man ku hîzmetên ÛNRWAyê yên li ser gelek komên qampan diçûn bisekinînin.

Wextê ditîna çareserîya sîyasî ya vê pevçûna ku bi dehan salane didome û sekinandina êşa sîvîlên li kû derê bin hatiye.” (ÎLKHA)