Qeza, di seet 08.48an de li herêma Eywana Mihrbirîna Sefakoyê de pêk hat.

Li Kuçukçekmeceya Stenbolê metrobusek li metrobuseke din qelibî, di encama qezaya ku qewimî de kesek mir û 2 jê giran 38 kes jî birîndar bûn.

Kêliya qezayê qeydê qeydê kameraya ewlehiyê bû.

Metrobusa ku ber bi Beylikduzuyê ve diçû, li cihê Sefakoyê ji kontrolê derket û li metrobusa ku ji aliyê din ve ve dihat qelibî. Dû re metrobus şemitî û li bariyera qelibî.

Li ser pêhesandinê ekîbên polîs, îtfaiye û sihetê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di qezayê de camên metrobusann şikestin, di hundur û derveyê metrobusan de xisar pêk hatin.

Birîndarê ku hatin rakirin nexweşxaneyê digel hemû mudaxaleyan canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya derbarê qezayê da hat îfadekirin, rewşa 2 birîndaran giran e û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Metrobus bi alîkariya kamyonan ji cihê qezayê hatin derxistin, li her du paşê dîsa hatin despêkirin. (ÎLKHA)