Li gor agahiyên ku li medyaya rejîma îşxalê, vê sibehê di dorpêçkirina avahiyeke li qampa Tulkermê de di encama pevçûnê de fermandar Ebû Şuca û 4 berxwedêrên li cem wî şehîd ketine.

Derheqê şehadeta Ebû Şuca de ji berxwedana Filistînê daxuyanî nehatiye kirin. Fermandar Ebû Şuca ew kesê ku ji teref rejîma îşxalker ve li Şerîaya Rojava herî zêde tê gerîn e. Berê jî 3-4 caran ji sûîqestên ku li dijî wî hatine kirin filitîbû. (ÎLKHA)