Li gundê Eskîkarahîsara girêdayî navçeyê, piştî zîpikê barana zêde bariya, ji ber baranê çem hilhat.

Di encama lehiyê de 20 mal di bin avê de man, hin axûr û kadîn jî di bin avê de man.

Li ser agahdayînê ekîbên AFAD û cendirmeyan hatin sewqkirin li cihê bûyerê, ekîbên AFADê avên di mala de vala kirin. (ÎLKHA)