Derbarê rejîma îşxalker li dijî Şerîaya Rojava êrîşên berfireh dane destpê kirin de Cîhada Îslamî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku weka li Xezzeyê tê kirin ew ê li Şerîaya Rojavayê jî li dijî îşxalê mucadele derdewam bike.

Di daxuyanîya Cîhada Îslamî de weha hat gotin:

“Îşxalkerên zalim li dijî kamp û bajarên Şerîaya Rojavayê êrîşên berfireh dane destpêkirin. Sîyonîstên îşxalker bi van êrîşan armanc dike ku Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye zeft bike, wê derê îşxal bike û li ser cihên pîroz serdestîya xwe berfirehtir bike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma sîyonîst armanc dike ku giraniya pevçûnan li Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye zêde bike.

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin: “Rejîma sîyonîst, li Şerîaya Rojavayê dest bi berfirehkirina îşxalê kirîye. Ava kirina hewrayekî jî daxil plana cîhûkirinê tetbîq dikin û dixwazin bajarê Qudsê û Mescîd-î Aqsayê kontrol bikin. Li hewşa Mescîd-î Eqsayê ji rûmeta hemû misilmanan re meydanê xwendin, îxlal kirina peyman û hemû qanûnên navneteweyî ye.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî îşxalê ew ê mucadele dewam bike û ji ber wahşeta siyonistan ku tê temaşekirin jî bertek hat nîşandan.

Hat îfadekirin ku weka li Xezzeyê ew ê li Şerîaya Rojavayê jî siyonistên îşxalker sûcan pêk bîne. Gelek kes û sazî ji sûcên ku li dijî pîrozbahî û xelkê Fîlistînê tê kirin re bêdeng dimînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di êrîşên rejîma siyonist de têkilî û pêçîya Emrîqayê jî heye. Rêveberiya Emrîqayê bi her awayî destekê dide îşxalkeran û wan muhafeze dike.

Cîhada îslamî di dawîya daxuyaniyê de îfade kir, ji bo civaka navneteweyî van qetlîam û îxlalan bide sekinandin em bang dikin ku bila wek acîl têkevin nav hereketê. Ji encamên polîtîqaya van êrîşan ew bi temamî îşxalkeran berpirsyar digrin. (ÎLKHA)