Karwana Hêvîyê, li Tirkîye û ji 20an zêdetir welatan ji feqîr  mexdûran re dibe hêvî.

Bi taybetî piştî erdhejê navê Karwana Hêvîyê gelek hat bihîstandin û bi alîkarîyên ku ji Xezzeyê re kir re jî di dilê însanan de cîheke baş girt.

Kolîyên ku li Bêdlîsê bi alîkarîya xêrxwazan hatin amadekirin, ji malên mihtac ên ku berê hatibûn tespîtkirin re hatin teslîmkirin.

Temsîlkarê Bêdlîsê yê Weqfa Karwana Hêvîyê Îsmaîl Elban, îfade kir ku ew bi tevî desteka xêrxwazan ji mihtacan re alîkarîyê dikin.

Elban axivî û weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê xebata belavkirina kolîyên zexîreyê kir. Dil dixwest ku em ji gelek malbatan re destê xwe dirêj bikin. Gelek xebatên me hene, yanê van xebatên me jî ne tenê li bêdlîsê ye, em li Xezzeyê jî xebatan dikin. Karwana Hêvîyê li çar alîyê dinyayê ji hewcedaran re dibe hêvî. Em jî di vî warî de dixebitin.” (ÎLKHA)