Wezaret di daxuyanîya ku belav kir ku îfade kir hejmarê mirîyên ku ji ber bûyerên lehîyê mirine derketîye 138 kesan, herî kêm 10 wîlayet jî ji lehîyê tesîrdar bûne.

Wezareta Tenduristîyê derheqê wîlayetên ku ji lehîyê tesîrdar bûne de tu agahîyek neda encax roja Yekşemê çapemenîya Sudanê diyar kir ku li rojhilata welat Bendava Arbaatê xera bûye û ev bûyer jî wîlayetên bakur û Nagr al-Nilê tesîrdar kirîye. Tê îfadekirin ku sedema hilweşîna bendavê ji ber baranê bûye.

Wezaret îfade kir ku li Sudanê heta niha 1.223 weqayên enfeksîyonê hatine qeydkirin û 48 kes jî ji ber kolerayê mirine.

Hat destnîşankirin ku şoba Kolerayê li wîlayetên Gedaref, Gezira, Kassala, Nagr al-Nil û Hartumê hatine dîtin. (ÎLKHA)