Ewlehîya Sehlê ya Fîlîpînanê (PCG), di daxuyanîya ku belav kir de, diyar kir ku li peravên wîlayeta Romblonê du kelekên bi motor bin av bûn, di encamê de herî kêm 10 kes winda bûn.

Alîkarê Tegmenê Ewlehîya Sehlê John Laurence Banzuela, got ku herdu kelek jî ji Girava Boracayê ku di dinyayê de bajarokek bi nav û deng e bi rê ketine.

Banzuela îfade kir ku herdu kelek jî berê xwe dane Caluya ku girêdayê wîlayeta Antîqueyê ye û ew ê biçûna mala xwe, encax li peravên San Joseya ku girêdayê wîlayeta Romblonê ye ji ber pêlên mezin û dijwar bin av bûne.

Hat ragihandin ku di nav kelekekî de 14 kes, di yê dinê de jî 6 kes hebûne û heta niha ji 10 kesan xeber nayê standin.

Ji bona ku mirovên winda bêne dîtin xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin. (ÎLKHA)