Êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Xezzeyê berdewam dike.

Berdevkê Yekîneya Parastina Sîvîl a Xezzeyê Mahmud Basal daxuyanîyeke niviskî belav kir, wî destnîşan kir ku rejîma îşxalê li djiî herêmên cuda ya Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anît.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di 9 êrîşên asîmanî de herî kêm 30 sîvîl canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku balafirên herbê yên rejîma îşxalker li Xan Yûnisê jî 3 cîhan bombe kir û di van êrîşan de jî herî kêm 23 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nav şehîdan de gelek zarok û pîrek hene.

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê a li Xezzeyê, daxuyand ku di êrîşên rejîma îşxalker de heta niha 16 hezar û 589 jê zarok, 10 hezar û 980 jê pîrek tev de 40 hezar û 476 kes şehîd bûn.

Hejmarê birîndaran jî hat îfadekirin ku derketîye 93 hezar û 647 kesan. (ÎLKHA)