Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber baranên zêde yên ku li herêma Gondara girêdayê parêzgeha Amharayê barîyan lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû de 23 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn 2 hezar û 700 kes neçar man ku malên xwe ji ber lehîyê terk bikin.(ÎLKHA)