Bûyer li gundê Barsaloghoyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên çekdar êrîş birin li ser gundîyan. Di encama êrîşa ku hat kirin de leşker û sîwîl jî di nav de herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Ewlehîyê yê Burkîna Fasoyê Mahamadou Sana derbarê mijarê de got ku ew bersiv dane êrîşan û ew ê li ser axên xwe wehşîtîyeke wisa qebûl nekin.(ÎLKHA)