Hat diyarkirin ku leşkerên rejima îşxalker a siyonîst li Şerîeya Rojava di serdegirtinan de 15 Filistînî êsîr girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komeleya Girtiyên Filistînê û Komîteya Karên Girtiyên Filistînê ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê de hat ragihandin ku leşkerên rejima îşxalker a siyonîst êrîşî bajarên Nablus, Qelqelya, El Xelîl, Quds û Beytullahîmê yên Şerîeya Rojava kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma siyonîst di van êrîşan de 15 Filistînî hatin êsîrgirtin.

Hat ragihandin ku ji 7ê Cotmehê vir ve hejmara Filistîniyên ku li Şerîeya Rojava û Qudsê êsîr hatine girtin 10 hezar û 200î derbas kirîye. (ÎLKHA)