Li gorî xebera radyoya îsraîlê, Ben Gvîr, ji bo îbadeta Cîhûyîyan di Mescîdî Eqsayê de îbadetê bikin ji polîtîqayên mewcûd re îzîn daye. Gvîr ji pirsekî, “Hûnê li Mescîdî Eqsayê ew ê hewrayek lê bikin gelo?” re bersiva “erê” da.

Nêzê du hefte berê Ben Gvîr û 3 hezar şênîyên sîyonîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin.

Ben Gvir berê diyar kiribû ku wî biryar daye ku cihûyan li Mescîda Eqsayê ayînên dînî pêk bînin, ji ber ku ev yek asta siyasî temsîl dike û got, "Di derbarê rêvebirî û serweriya vê derê de geşedanên mezin hene. Tê dîtin ku Cihû îbadetê dikin. Li vir wek min berê jî got, siyaseta me ew e ku em li vir îbadetê bikin."

Daxuyaniya Ben Gvir ji aliyê hin wezîrên dewleta îşxalker ve rastî nerazîbûnê hat, lê ji ber ku wan ev fikir red kir, li dijî vê daxuyaniyê derneket. Bi rastî Wezîrê Perwerdeyê yê Siyonîst jî ev plan pejirand û got: "Her guhertinek li ser rewşa heyî ya li Çiyayê Perestgehê divê bi "profesyonel" û li ber çavan bê girtin. (ÎLKHA)