Çapemenîya mehellî, destnîşan kir ku ÎHAya keşfê ya sîyonîstan li alîyê têketina Taxa El Cefrawîyê sîvîlan hedef girt, di encama vêya de du kes şehîd bûn.

Topvanên rejîma îşxalker jî li rojhilata bajaroka El Masdar û derdorê Dibistana Malezyaya bakurê Kampa Nuseyratê bombe kirin.

Hat destnîşankirin ku topavêtin îşxalê îro di dema şebeqê de Taxa Tel El Hewaya bakurrojhilata Xezzeyê hedef girtin.

Ji 7ê Cotmehê vir ve piranîya wan zarok û pîrek tev de 40 hezar û 403 kes ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne, 93 hezar û 468 kesan zêdetir jî birîndar bûne. (ÎLKHA)