Li gorî daxuyanîya Teşkîlata Ewlehî ya Herêma Kurdistanê, Midurtîya Micadeleya bi Tiryakê re, bi tevî Midurtîya Ewlehî ya Silêmanî li dijî qaçaxçîyên tiryakê operasyon hatin kirin.

Hat destnîşankirin ku operasyon di seat 09.00an de li Taxa Serçinara Silêmanî hat lidarxistin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Şikdaran bi hêzên ewlehîyê re ketin nav pevçûnê. Di bûyerê de endamekî ewlehîyê û 2 şikdar birîndar bûn. Şikdarên ku qaçaxçîtîya tiryakê dikirin bi birîndarî hatin bidestxistin.”

Di operasyona ku hat lidarxistin de ji 14 kîloyê zêdetir tiryak hat bidestxistin. (ÎLKHA)