Li herêma Musaxail a Belûcîstanê di saetên serê sibê de piştî ku rêwiyan ji kamyon û otobusan daxistin û nasnameyên wan kontrol kirin, di saetên serê sibê de 23 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî Komîseriya Musaxaîl Necîb Kakar, çekdaran li herêma Raraşam a navçeyê rêya navdewletî girtin û rêwiyan ji gelek otobusan daxistin.

Hate diyarkirin ku çekdaran 10 wesayît jî şewitandine û efserên wan gihiştine cihê bûyerê û dest bi rakirina cenazeyan bo nexweşxaneyê kirine.

Li gorî medyaya herêmî, "Terorîst ketin nav wesayitan û nasnameya rêwiyan kontrol kirin, piştre rêwiyên ku ji parêzgeha Pencab a Rojhilat dihatin xwarê û gulebaran kirin."

Heta niha ti agahî derbarê êrîşê ji aliyê kê ve nehatiye parvekirin, ti rêxistinê berpirsyariya bûyerê negirtiye ser xwe.

Di meha Nîsanê de jî li welêt êrîşek bi heman rengî pêk hatibû. Li nêzî bajarê Noşkî yê Belûcistanê 9 rêwiyan ji otobusê daxistin û piştî kontrolkirina nasnameyên wan kesên çekdar gule li wan reşandin û kuştin.

Bertekên ku hatin nîşandan

Serokkomar Asif Elî Zerdarî û Serokwezîr Şahbaz Şerîf bi tundî êrîş şermezar kirin.

Her du serokan ji ber vê bûyerê xemgîniya xwe anîn ziman û sersaxî ji malbatên mexdûran re xwestin û rehma Xwedê li kesên canê xwe ji dest dane be.

Serok Zerdarî diyar kir ku kuştina bi hovane ya mirovên bêguneh tê wateya qetilkirina hemû mirovahiyê û xwest ku sûcdar bên darizandin.

Serokwezîr Şerîf telîmat da hikûmeta herêmê ku bi tevahî bi malbatên xemgîn re hevkariyê bike û alîkariyên tenduristiyê pêşkêşî birîndaran bike. Her wiha ferman da dezgehên cîbicîkirina yasayê ku tavilê lêkolînê li ser bûyerê bikin.

Serokwezîr got, "Terorîstên ku bûne sedema vê bûyerê dê bi awayekî herî giran bên cezakirin" û got, "Li welat her cure terorê nayê qebûlkirin." (ÎLKHA)