Tûgayên Qessam di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku li başûrê Taxa Zeytûn a bajarê Xezzeyê li dijî îşxalkeran kemîneke tund danîne.

Di daxuyaniyê da weha hat gotin: "Mucahîdên me karîbûn qada mayinê ya ku berê hatibû amadekirin di nav hêzên zirxî yên siyonîst da biteqînin; helîkopterek ji bo rakirina mirî û birîndaran hat herêmê."

Tûgayên Qessam di daxuyaniyeke din de diyar kirin ku wan bi fîşekek sekvanî li derdora Koleja Zanîngehê li başûrê navçeya Tel El Heva ya bajarê Xezzeyê li leşkerekî siyonîst xistin.

Li hember vê yekê, El-Quds Şerîa, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, ragihand ku wan bombeyeke bejayî ya bilind ku ji berê hatibû çandin, li nêzîkî dibistana "El-Furqan" li navçeya Zeytûnê, li ser otomobîleke leşkerî ya Siyonîstan hat teqandin.

Tûgayên Şehîdên Mescîda Eqsayê jî ragihandin ku hêzên dagirker û wesayitên wan bi topên hawanan li eksena "Netzarim" li başûrrojavayê bajarê Xezayê kirine hedef.

Tûgayên Mucahidîn ku baskê leşkerî yê Tevgera Mucahidîn e jî diyar kir ku wan bi du roketên “Heseb 111” hêzên dagirker ên li “Netzarim”ê kirine hedef.

Hêzên Omer El Qasim'a baskê leşkerî yê Eniya Demokratîk a Rizgarkirina Filistînê ragihand ku wan leşker û tirimbêlên dagirker ên li derdora avahiya "Behlûl" a li taxa Brezîlyayê ya li bajarê Refehê bi hawanan hedef girtin. (ÎLKHA)