Li gorî çavkanîyên Fîlîstînê Zîyad Muhammed (18) ku di êrîşa îşxalkeran de li Cenînê birîndar bûbû, doh şehîd ket.

Hat diyarkirin ku terorîstên îşxalker dest danîne li ser cenazeya şehîd û hêna jî teslîmê ekîbên tenduristîyê nekirine.

Xeyn ji vêya li bajaroka Sîdona Tulkerîmê jî êsîr Zahir Tahsin Yusuf Raddad (19) ku ew jî birîndar e di Nexweşxaneya Meîrê de şehîd ketîye.

Şehîd Raddad, di 23yê Tîrmehê de li rojhilata Tulkerîmê dema ku îşxalkeran malekî dorpêç kiribûn û bombe kiribûn giran birîndar bûbû.

Klûba Êsîran û Sazîya Minasebetên Êsîrên Berê û Êsîran, daxuyanîyeke hevpar dan û rast kirin ku Raddad di nexweşxaneya Meîrê de şehîd ketîye.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nexweşxaneyên îşxalê de hêna jî Fîlîstînîyên birîndar hene. (ÎLKHA)