Qeza li Hawelî Kahutayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku Hawelî Kahutayê ber bi Rawalpîndîyê ve diçû li nêzî Pira Panayê qulibî.
Di encama qezayê de 25 kesan canê xwe ji dest dan. Lê tê diyarkirin dibe ku hejmara mirîyan zêdetir be.
Cesedên ku zarok û pîrek jî di nav de hebûn hatin rakirin nexweşxaneya dewletê ya li Rawalakotê.
Sedema qezayê tê lêkolînkirin.(ÎLKHA)