Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama ku belav kir de got ku di qetlîamên ku li herêma Behdînan hatin kirin de bi kîmyasala êrîş li gundîyan hat kirin û bi sedan kes hatin şehîdkirin ku lazim e rejîma Iraqê van sûcên ku hatin kirin ji bîr neke û lazim heqê qûrbanîyên wê dewrê tanzîm bike.

Her wisa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan  Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî derbarê qetlîama Behdînan ku heyama dawî ya Qirkirina Enfalê bû 36 sal derbas bûn peyamek belavkirin.

Di peyama ku hat belavkirin de 182 hezar Kurdîstanîyên ku di Qetlîama Behdînan de hatin qetilkirin hatin bîranîn û bang li hikûmeta Iraqê hat kirin da ku Hikûmeta Iraqê ji nasên mexdûrên Enfalê re tazmînat bide.(ÎLKHA)