Qeza li ser rêbeja Samsûn- Enqerê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku barîya 2 tir, otobuseke rêwîyan, 5 wesayît û otomobîleke polêsan li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)