Qeza li herêma Lasbela ya parêzgeha Belucistanê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku tê de rêwîyên merasîmên Erbeînê hebûn û ber bi Îranê ve diçû ji ber sûreta zêde ji kontrolê derket û ji kendalê gindirî.

Di encama qezayê de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li derdorê.(ÎLKHA)