Baranên musonê ku li gelek herêmên Taylandê jîyanê bi xerabî tesîrdar dike, li girava Phuketê bû sedema lehî û hezazê.

Li navçeya Karona Phuketê di encama hezazê de 10 kesan canê xwe ji dest dan û hat diyarkirin 20 kesên ku birîndar bûn jî ji nexweşxaneyan re hatin sewqkirin.

Ji bo mirovên ku ji hezazê tesîrdar bûne jî li herêmê “navenda rewşa lezgîn” hat damezrandin.

Hat destnîşankirin ku bajarokên Karon, Rawai û Chalongê “herêma afetê” hatin îlankirin. (ÎLKHA)