Bûyer, di 21ê Tebaxê de li gundê Tawşantepeya navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî îdîayan; Narîn Gurana 8 salî ku li gundê Tawşantepe dijî, 3 roj berê dema ku ji qursa Quranê derdikeve û şûnve jê xeber nehat girtin. Dema ku Narîn Guran venegerîya mala xwe malbat û gundî dest bi lêgerînê kirin.

Dema ku gundî qîzika biçûk nedîtin xeberê ji ekîbên 112yê re xeberê şandin.

Piştî xeberê ji herêmê re ekîbên; AFAD, Jak, tenduristî, cenderme, ekîbên Lêgerîna Binê Avê ya Şaredarîya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê û kuçikên ku bêhna digrin hatin sewqkirin. Xeyn ji vana ji herêmê re helîkopter hatin sewqkirin.

Bav Arîf Guran, hem ji rayedar û hem jî ji welatîyan xwest ku bila qîza wî bibînin û alîkarîya wan bikin. (ÎLKHA)