Wezîr Yusuf Tekîn li Entabê civîna Midurên Perwerdehîya Netewî ya Bajêr li dar dixist û derheqê ew ê mekteb kengî vebibin de agahîyan da û weha got, “Derheqê meseleyên bi MEBê re de spekulasyon hene. Betlane dirêj nabe. Ew ê di 9ê Îlonê de dibistan vebibin, taloqavêtin di rojevê de tineye. Di 2yê Îlonê de semînerên mamosteyên me dest pê dikin. Ew ê di 9ê Îlonê de teqwîm dest pê bike.”

Wezîr Tekîn diyar kir, “Meseleyeke ku ew ê tetîla navberê bê rakirin tineye. Semînerên ku ji dûrîtî ve têne kirin êdî ew ê bi rûbirû bêne kirin.”

Tekîn diyar kir ku ew ê Modela Marîfê ya Sedsala Tirkîyeyê îsal di sinifên 1,5 û 9an de dest pê bike, “Me modeleke perwerdehîyê ya ku însanên anadolîyê, gelê Tirk dixwaz dikir derxist holê. Me modelekî ku aîdê me ye, nirxên me wê ji zarokên me re bide hînkirin û di heman demê de wek îlkeyên kurewî ye pêşve birîye.” (ÎLKHA)