Rayedarên Nexweşxaneya Nasira Xan Yûnisê, daxuyandin ku 13 mirovên ku hatine qetilkirin û gelek birîndar ji nexweşxaya wan re hatine anîtin.

Di êrîşa ku kona sîvîl di nav de bûn hat hedefgirtin de 2 jê zarok û 5 jê pîrek tevde 7 Fîlîstînî hatin qetilkirin.

Li herêmên rojhilata bajêr, di êrîşa ku li çend cîhên cuda hatin lidarxistin de 6 Fîlîstînîyên dinê jî hatin qetilkirin.

Îşxalkerên sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê herî kêm 16 hezar û 480 jê zarok, 10 hezar û 980 jê pîrek tev de 40 hezar û 223 Fîlîstînîyan qetil kirîye, 92 hezar û 981 kesan jî birîndar kirîye. (ÎLKHA)