Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Xelef Yilmaz li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyeke niviskî parve kir û îfade kir ku Tirkîye bi tewrên xwe yên giran wezîfeya xwe ya li ser Xezze û Qudsê bicîhnayne.
Yilmaz di daxuyanîya xwe de weha got:
“Di meseleya Xezzeyê de hemû kes ji yê dinê zêdetir tiştan disekine. Hemû kes naxwaze ku di vê karê de ji wî re zerar bighêje. Ez wisa difikirim ku Tirkîye li hember Xezze û Qudsê wezîfeya xwe bicîhnayne.
Zilmekî ewqas mezin heye, tu feydeyek û maneyeke biryarên navneteweyî an jî agirbestê ji mesûman re tineye. Ne makul e ku hêj Tirkîye ji Emrîqa, Îngilistan an jî emperyalîstanan di nav hêvîyê de ye. Emrîqa rasterast alîgirê vê qetlîamê ye. Çekan dide, bombeyan dide, îstîhbaratê dide hetta balafirên wan li Xezzeyên bomberdûmanan dikin.
Di daxuyanîya ku vê şevê ji teref Odeya Operasyona Hevpar a Tevgerên Berxwedana Fîlîstînê ve hatîye belavkirin de, hat gotin ku bi delîlên ku bi çavan têne dîtin hatîye tespîtkirin ku balafirên Îngilistanê bixwe di nav qetlîamê de bûne û îstîhbaratê dane. Niha yê ku tê hêvîkirin ne agirbestekî ye, ev xebateke ku sîyonîstên asê bûne bêne xelaskirin e û Emrîqa baskên xwe ji wan re vedike û gengeşîyê taloq dike. Tirkîye jî vêya baş dizane.
Divê daxuyanîyên Birêz Hakan Fîdan ku li ber Derîyê Sînora Refahê ya Misirê dabû ji fiîlîyatê re bêne pêk anîtin. Îro hinek fikirmend û yên ku eqlên wan zêde ne dibêjin ‘em xwe dûr bixin, hedef em in’ ev jî nîşan dide ku ew meseleyê fêhm nekirine û hem jî bêwijdan in. Hedef niha Fîlîstîn e, Quds e, Xezze ye, Eqsa ye. Dema ku wan deran bi temamî hatin windakirin gelo Tirkîye dûre ew ê çi bike, çi dikifire?
Barê Xezzeyê gelek giran bû. Emrîqa nîşan da ku ew di gotin û weedên xwe yên ji sîyonîstan re dabûn de samîmî ne û xwedî li wan derketine. Ew Îranê tehdît dike, Libnanê tehdît dike dibêje bila tu kes midexele neke. Ji van qatilan re herêmeke bêsînor daye û ji bona ku îşxalê berfirehtir bikin ji xizmeta sîyonîstan paşve namînin.
Divê ji bona ku mil bidin barê Xezzeyê û gavên fiîlî û cîddî bêne avêtin û ji bo vêya jî dest bi kar bê kirin. Planeke Tirkîyeyê ya li hember; xerabûna rewşê, xerabûna Eqsayê û tunekirina Xezzeyê heye gelo?
Berê jî hatibû gotin ku ‘parastina Anadolîyê ji Xezzeyê derbas dibe’ ger ku ev gotin rast be em hêj li bêvîya çi ne, çima disekinin? Ev bêdengî ji bo çi ye! ev tewra dualîtî ji bo çi ye? çima hêj ji wan re sotemenî diçe, çima hêj ji wan re bi rêyan bazirganîyê mal û eşya diçin? Çima bi hindikekî be jî bi hêzên alema Îslamê re tedbîrên ciddî nayên gotûbejkirin.
Tê hîskirin ku di warê ev tewra ku niha Tirkîye di nav de ye wê ji Tirkîyeyê re zerarên cîddî bîne de tevlîhevîyek heye. Ji xwe di warê axîretê de pozîsyoneke ku nikarin di binê wî de derkevin çêbûye.
Encax gerek sîyasî, gerek stratejîk, gerek leşkerî gerek wijdanî gerek dinyewî ji sîyonîstan ji vê memleketê re xêr û feyde tineye, tenê ew ê zerarê bidin. Ev tê zanîn digel vê zanahîyê çima ev rewşa ku xwelîya mirî li ser we hatîye weşandin nayê rastkirin? Divê hemû kes bibîne ku di vê meseleyê de xwe li kerrîtîyê bixin ew ê ji neslên me yên sibe disbeyê re jî ji erdnigarîya Îslamê re jî zerarên wî hebe.” (ÎLKHA)