Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku rejîma îşxalker a sîyonîst, li sînora Libnanê berxwedêran hedef girt.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama êrîşa asîmanî de 4 endamên wan şehîd bûne.

Hat ragihandin ku navê şehîdan û ji ku ne weha ye; ji bajaroka Ayta eş-Şaabê Raid Ali Hattab, ji bajaroka El-Halusiyyeyê Zîyad Muhammed, ji bajara En-Nebatiyyeyeyê Alî Ahmed Dekmak û ji bajara Surê Muhammed Gazî Şahîn.

Rejîma sîyonîst ji 8ê Cotmehê vir ve di êrîşa ku li dijî başûrê Libnanê li dar dixe de 421 endamên Hîzbullahê şehîd kirîye. (ÎLKHA)