Li gorî Ajansa Xebera Mehrê, Naînî diyar kirîye ku rejîma sîyonîst li Xezzeyê negihaştîye ti hedefekî xwe, polîtîkvanên Emrîqayê jî vêya qebûl dikin.

Naînî îfade kir ku biryarên rast û tedbîrên tesîrdar ên fermandarên hêzên çekdar yên Îranê plana dijmin guhartin, ji bo heyfstandina sûîqesta Henîyye jî weha got, “Niha divê sîyonîst di nav bêdengeyê de bijîn û dibe ku berteka Îranê li gorî operayonên berê cuda be, dibe ku senaryo jî ne wek hev bin. Fermandarên me xwedî hûnerên cezakirina dijmin in û ecele nakin.”

Serokê Giştî yê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye li Tehranê di encama sûîqestekî xaînî de hatibû şehîdkirin û piştî şeahdeta Henîyye ji teref navên paye bilind ên Îranê daxuyanîyên heyfstandinê hatin dayîn. (ÎLKHA)