Artêşa îşxalê, di daxuyanîya xwe de qebûl kir ku Serçawîş Mahmood Amariyayê 45 salî di çalakîya ÎHAyê ya Hîzbullahê de mirîye û yek jê giran 4 sîyonîstên îşxalker jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyanîya îşxalê ew nikaribûna du ÎHAyên Hîzbullahê asteng bikin.

Hîzbullahê daxuyand ku ew li dijî leşkergeha “Yaara” û baregeha “Sant Jane” operasyoneke hewayê ya hevdemî dan destpêkirin, di sefên îşxalkeran de mirî û birîndar hene.

Hîzbullahê diyar kir ku ev operasyon ji êrîş û sûîqesta ku sîyonîst li herêma Kadmusa nêzê bajara Surê bikaranîtine  re bersiv e. (ÎLKHA)