Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir û Lazzarînî di peyama xwe de weha got:

“Em bi minasebeta Alîkarîya Însanî ya Dinyayê hemû xebatkarên alîkarîyê ku hatine kuştin û birîndar bûne yad dikin û rûmeta xwe pêşkêşî wan dikin.

Li Xezzeyê, ji destpêka herbê vir ve ev bû 10 meh e gelek însan mirin.

Di encama êrîşan de 885 xebatkarên tenduristîyê û 207 jê di bin binyeya UNWRAyê de 289 wezîfedarên alîkarîya însanî canê xwe ji dest dan.

Gelek kes, dema ku alîkarîya birîndar û nexweşan dikirin li ser wezîfeyên xwe şehîd ketine.

Bi tevî vana ji 160an zêderit rojnameger û xebatkarên çapemenîyê, dema ku vê bêhiqûqîyê dikirin xeber hatin kuştin.

Herba li Xezzeyê, hemû qural û qaîdeyên herbê xera kirîye.

Divê mesul hesabê bidin.” (ÎLKHA)