Ajansa Xebera Netewî ya Libnanê, diyar kir ku di seatên serê sibehê de artêşa îşxalê êrîşî herêma Abraya Hulayê kir, di êrîşa bombeyî de 2 kes şehîd bûn.

Derheqê nasnameya şehîdan de hêj tu agahîyek nehat dayîn.

Di heman demê de topavêtin îşxalê û wesayîtên sîyonîstan bajarokên Kafr Şuba û Ayta El Şaabê hedef girtin. (ÎLKHA)