Li Ceddeya Lahîya Tel Avîvê, bi “mekanîzmaya teqemenîyê” teqînek pêk hat, kesekî ku hêj nasnameya wî nehat bidestxistin mir û 1 kes jî birîndar bû.

Îbranî Qanal 13, diyar kir ku polêsê îşxalê û îstîhbarata Shin Betê teqînê lêkolîn dike. Lê hêj nayê zanîn ku êrîş ji teref kê ve hatîye kirin.

Sîteya înternet a Îbranî Qenal 7ê jî weha got, “Polêsê îsraîlê, teqîna ku li Tel Avîvê pêk hat bû sedema mirina kesekî paşgoh nake ku ji teref nîjadperestan ve hatibe kirin.” (ÎLKHA)