Hişkayî li Iraqê her ku diçe tesîra xwe zêdetir dike. Nexasim ew kesên ku li gund û cihên mîna gund dijîn û bi karê heywandarî û çandinîyê hewl didin debara xwe bikin ji ber hişkayîyê terka erd û warên xwe terk dikin.

Pisporê Hawîrdorê û Berdevkê Wezareta Hawirdorê yê Iraqê   Hamîd Naîf derbarê mijarê de got ku lazim e hikûmeta Iraqê li ser vê yekê bisekine û hinek alternatîfan peyda bike.

Li gorî daneyên Wezareta Plankirinê ya Iraqê ji sedî 41ê axên Iraqê tev bûne çol.

Li gorî rapora sala 2023yan a Rêxistina Koçê ya Navneteweyî  ji meha adarê vir li 10 bajaran 12 hezar û 212 malbat ango 73 hezar û 272 kes mecbûr mane ku koç bikin.(ÎLKHA)