Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ji ber çekên kimyewî yên ku hatin bikaranîn naaşê 750 şehîdan bi tememetî rizîyan û zêdetirî 10 hezar însan jî winda bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bîlanço her ku diçe zêde dibe û wiha hat gotin: “Li Xezzeyê naaşê 2 hezar û 210 şehîdan ji qebrên wan hatin derxistin û windakirin. Cesedê 10 hezar kesan di bin enqazan de ne  û ji ber ku ekîbmanên lazim tune ne û ji ber ku êrîş tên kirin naaşê van şehîdan nikare bên derxistin. Ji destpêka şer û qirkirinê vir ve 82 endamên me jî hatin şehîdkirin. Ji sedî 90ê binesazîya Xezzeyê bi temametî hilweşîya.”(ÎLKHA)