Bûyer li salona dawetê ya li navçeya Kayapinarê di wextên êvarî de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin nîqaşa ku ji ber zarokan dest pê kir piştî demekê veguherî pevçûna çekdarî. Di encama pevçûnê de 2 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)