Lijneyek di serokatîya Serokê Foruma Misilmanên Ewrûpayê Abdulvakhed Niyazov de ku di nav lijneyê de Sir Iqbal Sacranie, Zwelivelile Mandela, Mohamed Ali Harrath, Ayman Zeidan, Shihabudin Guseynov, Naim Elghantour, Jeffrey Monson, Rustem Hamidoglu, Tayyip Israfil ve Abdeldzhalil Niyazov hebûn, di Meclîsê de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu zîyaret kirin.

Yapicioglu îfade kir ku ew ji zîyaretê gelek kêfxweş bûye û hebo hebo bi ferdên lijneyê re hev dan naskirin û dûre derheqê xebatên wan de agahîyan stand.

Yapicioglu di axavtina xwe de derheqê qirkirina ku ev bû 10 meh e zêdetir e li Xezzeyê didome de balan kişand û weha got, “Mixabin organîzasyona însanên ku dixwazin dinyayê xweşiktir bikin ne biqewet e. Sîyonîzma ku ev bû 10 mehan zêdetir e li Xezzeyê qirkirin û qetlîaman li dar dixe wî curet û qeweta xwe ji çek û teknolojîyê, ji desteka Emrîqa, Îngilistan û endamên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî nastîne, bileqs ew vê curetê ji belawelabûna mirovên ku divê vê xerabîyê bidin sekinandin distîne, çîmkî ew nikarin organîze bibin. Ger ku wan însanên ku başîtî, biratî, aşîtî û edaletê belav bikin bibûna yek, qewetên xwe kom bikirana, ew jî ji bona ku xerabîyê belav bikin û nirxên însanîyetê tune bihesibînin nikaribûn ewqas cesûr bibûna.”

“Divê hemû kes li hember bi şerê ku mutleq e teşebûsa micadeleyeke hevpar bike”

Yapicioglu bal kişand ku gelek hevparîyên Misilmanan hene û dûre ew weha got, “Ger ku em li derdorê wan tiştên ku me dikin yek necivin û li hember sîyonîzma ku xerabîya mutleq û xweser e micadeleyê nekin ew ê Cîhûyî jî di nav de hemû însanên ku fikr û ramanên wan cuda ne bi zerarên mezin re rûbirû bibin. Ji ber vê yekê divê em ji ber ku meseleya Fîlîstînê niha di rojevê de ye weka ku Taha Abdurrahmanê Mexrîbî jî got li hember ‘şerê xweser, xerabîya xweser’ divê însanîyet hemû dest bi micadeleyeke hevpar bike, encax wê bivê şeklê xerabîya xweser mexlûb bibe. Qezenckirina wî tu dem ne mimkin e. Ev meseleyeke ku wext dixwaze ye lê ji bona ku ev meseleya wextê di demeke dirêj û dûr de nebe , di demeke nêz de be divê hemû kesên ku di sefên başîtî û însanîyetê de ne bi qewettir bibin yek û di vî warî de xebatên xwe zêde bikin.”

Yapicioglu weha got, “Em di vî warî de hemû teşebûsên ku însan, şexs û komên ku nirxên însanîyetê diparêzin werin cem hev û ji hev re bibin alîkar gelek biqîmet dibînin. Bi îzna Xwedê ji bona ku xebatên însanîyetê tînin cem hev bibereket bibin çi wezîfe li ser milê me bikeve ji li vê derê beyan dikin ku em amade ne.”

HUDA PAR dûre derheqê pêşnîyaza qanûnê ku ew ji bo sîyonîstên ku duwelatîyên wan hene dane û hatîye qebûlkirin de jî agahîyan da û hevdîtin bi kişandina fotoxrafên yadîgarê dawî bû. (ÎLKHA)