Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ew li bakurê rejîma îşxalker ji Tûgayên Bi Zirx a 188emîn a leşkergeha “Rawîye”yê re bi balafirên herbê yên bêînsan operayonek li dar xistin, hat îfadekirin ku di operasyonê de hinek leşker û efser birîndar bûn.

Di daxuyanîyeke dinê de jî hat ragihandin ku mewzîyên topvanên artêşa îşxalkeran a li Ez-Zaxurayê jî bi fuzeyan hatin hedefgirtin, di heman demê de li El-Mitillîyê jî avahîyeke ku artêşên îşxalkeran di nav de diman bi çekên munasîb hatin hedefgirtin. (ÎLKHA)