Qeza, 30 kîlometre rêya Meletî-Qeyserîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 35 BFA 638 ya ku di bin îdareya S.D. de bû, 30 kîlometre rêya Meletî-Qeyserîyê ji bin kontrola şofêrê derket û qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin. Di qezayê de T.A, Z.B, F.B. û H.A. canê xwe ji dest dan, S.D. û Z.A. jî birîndar bûn.

Hat ragihandin cenazeya 4 kesan ji bona ku bê otopsîkirin ji merga Nexweşxaneya Dewlet a Qeyserîyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)