Hat îfadekirin ku balafirên rejîma îşxalker li ser bajaroka Ez-Zevayîdeyê bombeyan barand. Di encama wê êrîşê de herî kêm 10 kes şehîd ketin, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li Taxa Şêx Ridwanê jî malekî hat hedefgirtin û di wê êrîşê de jî kesek şehîd bûn, hinek kes jî birîndar bûn.

Li dijî konên Fîlîstînîyên ku ji herêma Hamedê ji cîhê xwe bûne û xwe di nav wan konan de sitirandine jî gule hatin reşandin, xanîyekî li nêzê Nexweşxaneya Ewrûpayê jî hat bombekirin. Di van êrîşan de jî gelek kes birîndar bûn. (ÎLKHA)