Qeza, li ser rêya D-100 a navçeya Erbaayê pêk hat.

Otobusa rêwiyan a di bin rêveberiya C.E de li nêzî gundê Hacîpazarê ye bi erebeya ku diajot li hev qelibî.

Wesayit ji ber tesîra qezayê piştî ku ket embarê agir pê ket.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristiyê, îtfaiye, cendirme û polêsan hatin sewqkirin.

Di qezayê de 2 kesên di wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Erbaayê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)