Çeteyên cîhûyû yên îşxalker li gundê cît a bajarê kalkîlyayê li dijî mal û wesaîtên Fîlistîniyan êrîş kirin.

Di encama êrîşê de Fîlistînîyek şehîd ket, mal û wesaîtên Fîlîstînîyan hatin şewitandin.

Tê endîşekirin ku êrîşên çeteyên îşxalker li Şerîaya Rojava rageşiyê zêde bike û van êrîşan ber bi herbê ve biçe.

Cîhada Îslamî bertek nîşanê êrîşên bi talûke da.

Ji teref Tevgera Cîhada Îslamî ve daxuyanîyek hat dayîn û weha hat destnîşankirin, êrîşa li gundê cît a rojhilatê kalkîlyayê hatiye kirin li Şerîaya Rojavayê îlankirina herbê ye.

Di wexta êrîşê de gund ji teref îşxalkeran ve hat dorpêçkirin û weka sala 1948an qetlîamên komî pêk hatibûn anî bîra mirovan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku van sûcên artêşa îşxalkeran têne parastin û ji teref Netanyahûyê sûcdar ve tên destekkirin, ev jî nîşan dide ku van bûyeran planeke qabîneye.

Tevgrera Cîhada İslami bang li xelkê Fîlistînê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, li şerîaya Rojava ji bo her gund, bajêr,xelk, ax û zarokên xwe biparêzin bila li dijî komên îşxalkerên hatine bicihkirin mucadeleyê bidomînin. (ÎLKHA)