Ebû Ubeyde, çend roj berê diyar kiribû ku micahîdek êsîrekî sîyonîst kuştîye û 2 êsîran jî birîndar kirîye.

Berdevkê Tûgayên Qessam, li ser Telegramê derheqê wê bûyerê de daxuyenîyeke nû parve kir û hûrgilîyên bûyerê ragihand:

“Ji ser kuştina êsîrekî dijmin a ji teref gardîyanekî ve tehqîqat hatibû kirin û di encama wê tehqîqatê de hat tespîtkirin ku leşkerê nobedar dema ku xeberê distîne di qetlîamê de du zarokên wî şehîd ketine li gorî telîmatan hereketê nake û bi hîsên heyfstandinê hereketê kirîye.

Em bal didin kişandin ku ev bûyer exlaq û hînkirîyên dînê me ya li dijî êsîran temsîl nake û piştî du bûyerên ku heta niha pêk hatine em ê telîmetan zêdetir bikin.

Mesulîyeta hemû talûke û jana ku êsîr dûçarî dibin aîdê dijmin e. Çîmkî dijmin, hemû qaîdeyên însanî exlaqî paşgoh dike û li hember xelkê me qirkirineke wehşî bikartîne.”

Tûgayên Qessam piştî daxuyanîya Ebû Ubeyde dîmena êsîrê ku hatîye kuştin parve kir û li ser wê dîmenê weha dihat nivîsandin, “Wehşeta we û zilma we, ji bo êsîrên we bû wek talûkeyek. Dem diqede…” (ÎLKHA)