Li gorî xebera Agence France-Presseyê, şilî herî zêde li herêma Tîbestîyê tesîrdar bû û hema hema bû hefteyekîye baran dibare.

Walîyê herêmê Mahamat Toshi Shidi weha got, “Di encama lehîya ku 6 navçeyên herêma Tîbestîyê kirîye bin tesîra xwe de 54 kesan canê xwe ji dest dan. Bi hezaran avahî û wesayît bi avê ve çûn.”

Di çend rojên dawîn de li welatên Gîne, Komarîya Kongo ya Demokratîk, Sehîla Fîldîşîyê, Lîberya, Malî, Nîjer, Nîjerya û Togoyê lehîyek tesîrdar e. Li gorî NY ji 700 hezarî zêdetir însan ji vê felaketê tesîrdar bûne. (ÎLKHA)