Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, ev bû 314 roj e li Xezzeyê qetlîam û qirkirinê didomîne.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê ve hat belavkirin de hat destîşankirin ku di êrîşên ku di nav 24 seatên dawîn de hatine lidarxistin de 40 kes şehîd bûn, 107 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristîyê îfade kir ku heta niha hejmarê şehîdan gihaşt 40 hezar û 5an.

Hejmarê birîndaran jî gihaşt 92 hezar û 401an. (ÎLKHA)