Wezîrê Tenduristîyê Kemal Memîşoglu, daxuyand ku li Tirkîyeyê ev şob tineye. Memîşoglu îfade kir ku niha ji bo vê nexweşînê li Tirkîyeyê rewşeke ku di nav elarmê de be tineye.

Nexweşîna Sorika Meymûnan, bi taybetî li Efrîqayê belav dibe û Rêxistina Tendurisî ya Cîhanê, daxuyand ku waryantekî nû yê vîrûsê derketîye holê û ji ber vêya jî ji 600î zêdetir însan canê xwe ji dest dane. Encax li Tirkîyeyê hêj derheqê vê nexweşînê de weqayek çênebûye.

Wezareta Tenduristîyê diyar kir ku ew şopandina nexweşînê didomînin û li hember rewşeke acîlî jî amade ne. Sorika Meymûnan berîya niha jî li Ewrupa û Emrîqayê hatibû dîtin. (ÎLKHA)