Serokwezîrê Emîrtiya Îslamî ya Efxanistanê Molla Mûhammed Hesen Ahûnd, bi minasebeta roja zafera 15ê Tebaxê peyamek parve kir.

Ahûnd di peyama xwe de weha:

“20 sal cîhad, di tarîxa Îslamê de beşeka bi xîret e. Wê ji neslên bê re dersa ezm, cîhad û berxwedanê bide. Wê bibe îlham ji bo pêşerojê. Mexlûpbûna Emrîqayîyan a li Efxanistanê, zafera manewiyatê ya li dijî maddîyatperastan e. Xwedê zafereka mezin da xelkê Efxanistanê. Digel temamî îmkanên hindik û mucahîdên hindik, Xwedê dîsa zefer da û ev zefer nîşaneya berxwedaneke Îslamî ye.”

Serokwezîr Ahund, weha berdewam kir:

“Ev zafera mucahîd, rayedar û temamî hemwelatiyên me yên sadiq in. Divê em bi zanibin ku wezîfeyên me zêdetir bûne. Sîstema Îslamî wezîfeya wê ye ku can, mal û namûsa xelkê me muhafeze bike û qadeka bi ewlehî temîn bike.” (ÎLKHA)