Ji ser zefera Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ku di 15ê Tebaxa 2021an de hatibû bidestxistin 3 sal derbas bûn. Bi minasebeta salvegera zeferê bernameyên curbecur hatin tertîpkirin û bi wan bernameyan salvegera zeferê hat pîrozkirin.

Zefera 15ê Tebaxê ku micahîdên Efxen piştî îşxala 20 salan bidestxistin, bi hemû coş û beşa xwe tê pîrozkirin û micahîdên ku di dema cîhadê de şehîd ketine jî têne yadkirin.

Di bernameyên ku hatin tertîpkirin de wesayîtên leşkerî yên ku ji Emrîqayê wek xenîmet hatine bidestxistin jî hatin nîşandan.

Efxenistan niha bi şerîatê tê îdarekirin û roj bi roj jî xwe pêşve dibe û desthilatî û civak  di nav xwe de xwe hembêz dike, dewlet ji teref xelk û civakê ve jî bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. (ÎLKHA)