Midurtîya Giştî ya Parastina Sîvîlan, diyar kir ku Pisporê Îfaîyeyê Çawîş Suheyb Adel Ebu Takiye û Binefser Hûseyin Dîyab Ebu Camus li herêma El-Baladê di encama êrîşa îşxalkeran de şehîd bûne.

Midurtî weha got, “Dema ku me ji xelkê xwe yê li Xezzeyê re xizmetê dikir, bi tevî şehadeta Suheyb Adel Ebu Takiye û Hûseyin Dîyab Ebu Camus hejmarê personelên me yên ku di vê herbê de şehîd ketine derket 82yan.”

Ji destpêka herbê heta niha hêzên rejîma îşxalker nahêlin ku bila ekîb midexeleyê bûyeran bikin, heta niha ew gelek ekîbên parastinê û ambûlansan hedef girtine. (ÎLKHA)