Îşxalker, li Tubas û Tammunê bi ÎHAyan êrîşeke berfireh da destpêkirin. Berxwedêrên herêmê jî bi gule û bombeyan bersivê dan û pevçûneke mezin derket.

Di pevçûnê de berxwedêran ji wesayîtekî leşkerî re xesarê dan.

Tûgayên Qessam derheqê meseleya li Tubasê de daxuyanî da, wî daxuyand ku berxwedêrên wan li Tubasê bi îşxalkeran re ketine nav pevçûnê.

Tûgayên Şehîdên Eqsayê jî weha got, “Me li herêma Gelîyê Tayasîrê hêzeke îsraîlê xist nav kemînê. Me wan bi gule û bombeyan hedef girt û zayîadên ku hatine rastkirin da wan.”

Hat destnîşankirin ku di pevçûnan de 5 Fîlîstînî şehîd bûn û cenazeya şehîdan jî di destê sîyonîstan de ye.

Hat îfadekirin leşkerên birîndar ên îşxalkeran jî bi helîkopteran hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)